Amedsporê tevî hemû astengî û cezayan 2-0 tîma Çorum FK têk bir
10 cotmeh 2022 13:33
PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Amedsporê tevî hemû astengî û cezayên Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) jî, 2-0 tîma Çorum FK têk bir û 3 puan bi dest xist.
Li Çorumê tîma futbolê ya Amedsporê û tîma Çorum FK do bi şev di çarçoveya lîstikên lîga duyem a futbola Tirkiyê de li Çorumê hatin hemberî hev.
Amedspor, ji ber biryara cezayê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê bi neçarî bê alîgir û temaşevan li stadyuma Çorumê amade bû, lê tevî vê astengiyê lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya tîma Amedsporê de bi dawî hat.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Amedsporê hemû Diyarbekirî vexwendin vekirinê
29 mjd 2024
Aborî
Stadyûma Amedsporê bi ronahiya ultraviyole tê ronîkirin
18 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin