Amedsporê pankarta 'Zarok bêdeng bin jî bêdeng nemîne!' vekir

28 nîsan 2019 22:39
Amedsporê pankarta 'Zarok bêdeng bin jî bêdeng nemîne!' vekir

PeyamaKurd - Tîma futbolê Amedspor îro yekşemê ji bo maça ligel Kastamonusporê bi pankarta 'Zarok bêdeng bin jî bêdeng nemîne' derket stadyûmê û bûyerên destrêjiya ser zarokan protesto kir.

Tîma Amedsporê beriya niha jî bi pankartên wekî, 'Bila zarok nemirin, werin maçan' û 'Destên dirêjî zarokan bibin bişkin' derketibû pêşberî hevrikên xwe yên futbolê û peyamên civakî dabûn.