Amedsporê gol bi ser tîma Rihayê de barandin!
10 sibat 2020 00:54
PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya Amedspor û Şanliurfaspor ku di lîga duyem a Koma Sor de têdikoşin, îro Yekşemê li bajarê Rihayê hatin beramberî hev.
Amedsporê bi ferqeke mezin tîma Rihayê têk bir. Lîstikvanên Amedsporê Ustun Bilgin di beşa yekem a yariyê de, 2 gol û 2 golên din jî di beşa duyem de avêtin qeleya Şanliurfasporê.
Gola dawî ya 5an jî lîstikvanê Amedsporê Onur Alkan avêt qeleya tîma hevrik û lîstik bi encama Amedspor 5 û Şanliurfaspor 0 bidawî bû.
Amedspor piştî demeke dirêj serkeftina wiha bi dest dixe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Amedsporê tevî hemû astengî û cezayan 2-0 tîma Çorum FK têk bir
10 cot 2022
Aborî
Amedsporê tîma Bûrsa Înegolsporê bi 3 golan sand malê!
03 brf 2020
Cîhan
Tîma Amedsporê di rêya Play Offê de bi ser ket
24 nsn 2022
Cîhan
Li Rihayê di malekî de gaz teqiya: 4 kes birîndar bûn
02 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin