Amedspor bi du fitbolîstan re li hev kir
Amedsporê transferkirina du fitbolîstên profesyonel ragihand. Tîma kesk û sor bi fitbolîstên Ermal Krasniqi yê Kosovayî û David Bates ê Îskoçyayî re li hev kir.
RûpelNews - Amedspor ku di dîroka xwe de cara yekem derbasî Super Lîg a Tirkiyeyê bû beriya destpêka sezona nû xebatên xwe yên transferkirina fitbolîstan didomîne.
Tîma kesk û sor bi mebesta xurtkirina kadroya xwe ragihand ku bi du lîstikvanan re peyman îmze kiriye.
Yekem îmze ji hêla lîstikvanê Kosovayî Ermal Krasniqi ve hat avêtin. Krasniqi yê 27 salî hem li aliyê baskan hem li ortê qadê dikare bileyize. Krasniqi di tîma neteweyî ya Kosovayê de jî cîh digire û par di tîma Legia Varşova ya li Polonyayê lîstî bû.
Transfera duyem jî stoperê Îskoçyayî David Bates bû. Bates ê ku li Belçîkayê di tîma Standard Liège de dileyist bi Amedsporê re li hev kir û bo sezona bê îmzeya xwe avêt.
Bi vî awayî Amedsporê di rojekê de du transferan kir.
