Amazon li Ohioyê veberhênana bi 7.8 milyar dolarî dike
PeyamaKurd – Şîrketa Amerîkayê ya bi navê Amazonê beşa xizmetên malperê (AWS) ji bo karê xwe firehtir bike li Ohioyê bi miqdarê 7.8 milyar dolarî veberhênanê dike. Amazon bazirganiya xwe li ser e-tîcaretê dike. Veberhênan wê heya sala 2030an temam bibe. Li gor ragihandina Amazonê; AWS deh sal berê dest bi avakirina navendên doneyan kiriye.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku AWS ji sala 2015an heya îro, di her salê de, bi miqdarên 3.500 karan ku di heman wextê de tên kirin, ji bo wan 6.3 milyar dolar veberhênanê kiriye. Amazon di nav sektora taybet ya Ohio de şîrketekî mezin tê hesibandin.
Di tesîsên veberhênana zêdekirinê ya AWS ê de, di rêya înşaat, operasyon û tamîra di cîh de, di kargehên xwecîh de wê ji bo bi hezarî kesan îstîhdamê an ku karê îlawe bide peydakirin.
Amazon, her weha ragihandibû ku wê di meha yekî de, wê AWS heya sala 2040an li eyaleta Virginiayê de di rewşên nûh de wê ji gelek kampusên nawendên doneyan deyne û bi miqdarê 35 milyar dolarî veberhênanê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin