Almanyayê, dergehên xwe li milyonek penaber vekirin

09 cotmeh 2022 22:30
Almanyayê, dergehên xwe li milyonek penaber vekirin

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ve hat ragihandin ku wan dergehên xwe li penaberên sivîl ên Ukraynayê vekirine. Li gorî daxuyaniya hat dayîn, dê pêşwaziya ji milyonekê zêdetir penaberan were kirin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Nancy Faeser, bi rêya malpera înternetê ya fermî T-online, daxuyaniyek da û bi rêya vê daxuyaniyê ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand ku wan dergehên xwe li milyonek û 2 hezar û 763 penaberên Ukraynayê vekirine.

Nancy Faeser bi rêya daxuyaniyê got,

“Me jiyana gelek jin û zarokên Ukraynayî rizgar kirin. Şer çiqas dirêj bibe, starkirina ewqas penaberan û nihêrtina li wan, ewqas dijwar dibe. Em her tim ligel rêveberiyên herêmî ne ku vî barê mezin girtine ser milên xwe.”