Almanyayê 25 sûcdar deport kirin
Dersînorkirinek din şeva sêşemê, bi geşteke taybet ji Almanyayê bo Efxanistanê pêk hat.
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de li ser mijarê, Wezîrê Karên Navxwe yê Alman Alexander Dobrindt got:
"Kesên ku hatin dersînorkirin 25 zilamên efxan bûn ku derketina wan ji Almanyayê hatibû misgoerkirin. Van kesan li Almanyayê sûc kiribûn; di nav sûcên wan de kuştin, destdirêjiya seksî, birîndarkirina giran û sûcên girêdayî madeyên hişber hebûn."
Wezîr Dobrindt got, "Dersînorkirina birêkûpêk û sîstematîk a kesên ku li Efxanistanê sûc kirine, yek ji hêmanên sereke yên veguherîna di siyaseta koçberiyê de ye" û lê zêde kir, "Divê kesên ku mafê me yê penaberiyê îstîsmar dikin û li vir sûcan dikin, welatê me biterikînin. Ji ber vê sedemê, em gav bi gav tedbîrên xwe yên dersînorkirinê berfireh dikin. Em dê bi awayekî domdar helwesteke kontrolê, arasteyeke zelal û biryareke xurt biparêzin."
Dobrindt destnîşan kir ku bingeha vê tedbîrê li ser peymana ku di navbera Wezareta Karên Navxwe a Federal a Almanyayê û rêveberiya de facto ya li Efxanistanê de derbarê dersînorkirinên birêkûpêk de hatiye kirin, disekine.
Wezîrê alman lê zêde kir, "Bi vî awayî, Wezareta Karên Navxwe a Federal a Almanyayê armanca ku di peymana koalîsyonê de hatiye diyarkirin, 'ji nû ve pêkanîna deportasyonên birêkûpêk bo Efxanistanê', bi cih tîne."
