Almanya qedexeya gesta bo Tirkiyê di 1 ê tîrmehê de radike

12 hezîran 2021 02:44
Almanya qedexeya gesta bo Tirkiyê di 1 ê tîrmehê de radike

PeyamaKurd – Dewleta Almanya geşta bo herêmên ku rojane testên posîtîv di bin 200 an de ne, bo wan herêman ji 1 ê tîrmehê û di şûnde hişyariya geşiyariyê radike. Tirkiye di nav vê standardê de ye.

Almanya ragihandina xwe ya ji nûh de kir û Amerîka, Kanada, Îswîçre, Awûstûrya û hinek herêmên li Yûnanistanê ji deverên qedexeya geştê derxist.

Wezareta karên derve ya Almanya ragihand ku piştî 1 ê tîrmehê herêmên însîdansa wan di nav yek hefteyekî de di bin 200 an de bin, bo wan herêman hişyariya geştê rakir. Wezîr Heiko Maas got ku li gelek deveran jimara pêketiyên nû kêm bûne, jimara kesên vaccine bûne zêde bûye û piştî bi mehan karantîna hatin danîn normalîze zêde bûye.

Maas, ragihand ku ev yek bo seyahatan jî heman tişte û piştî yek salekî di nav hefeteyekî de ji her 100 hezarî eger jimara pêketiyan daketibe binê 200 kesan, hemwelatiyên me dikarin piştî 1 ê temmûzê herin wan herêman.

Serokwezîra Almanya Merkel jî ragihand ku daketina jimarên pandemiyê wan bextewer dike.