Almanya îtxalata xwe ya ji Çînê % 35 zêde kir

12 mijdar 2022 22:54
Almanya îtxalata xwe ya ji Çînê % 35 zêde kir

PeyamaKurd – Ofîsa Îstatîstîkê ya Almanya Federal (Destatis) roja înê ragihand ku Almanya îtxalata xwe ya ji Çînê, li gor êlûna sala borî % 35 zêdetir kiriye. Îtxalata Almanya gihaye 16,8 mîlyar Euroyî.

Li gor rêjeyên Destatis ê; Almanya îxracata xwe ya ku dike Çînê, %7 zêde bûye û gihaye 9 mîlyar Euroyî. Çîn niha, ev 6 sale ku hevparê Almanya yê herî girîng e.

Almanya, di Awrûpa da dewleta herî hecma wê ya kirin û firotinê zêde ye. Di meha êlûnê de îxracata wê li gor sala borî %20,2 zêde bûye û gihaye 142,1 mîlyar Auyroyî.