Almanya herî zêde çekan difirose Tirkiyê!

05 gulan 2020 16:59
Almanya herî zêde çekan difirose Tirkiyê!

PeyamaKurd Hat ragihandin ku di sala 2019an de Almanya herî zêde çek firotin Tirkiyê.

Almanya di sala 2019an de herî zêde çek firotin Tirkiyê û ji vê bazirganiya milyarek û sed milyon Euro kar kir.

Wezareta Aboriya Almanyayê li ser pirsa parlementera Partiya Çep, Sevîm Dagdelen diyar kir ku sala borî Almanya herî zêde çek firotine Tirkiyê û ji vê danustendinê milyarek û 100 hezar Euro kar kiriye.

Almanya piştî Tirkiyê herî zêde çekan difiroşe welatên wekî Kuwêt, Brîtanya, Lîtvanya û Sîngapurê.

Ji ber ku endamên NATOyê ne û nehat eşkerekirin nayê zanîn ka Almanya çiqasî çek firotine Australya, Swîsreyê, Îsraîlê û Japonyayê çiqas çek kirine.