Almanya dorpêçên ser Tirkiyê radike

22 tîrmeh 2018 20:05
Almanya dorpêçên ser Tirkiyê radike

PeyamaKurd- Almanya sînorê krediyê yê ku 1,5 mîlyar euro ye û bo şîrketên Almanya yên ku li Tirkiyê dixebitin daniye, wê car din sînor jê re daneyne. Navê krediyê Hermes krediye û bo kesên ku li Tirkiyê sermaya xwe datînin jî garantî dide lê  garantî heya 1,5 mîlyar Euro ye.

Rêvebiriya Berlînê bo hişyariya geştûguzariya Tirkiyê jî hinek tiştan sivik kir. Almanya ragihand ku dorpêçên ser Tirkiyê rakiriye û hişyariya bo seyahetê jî sivik kiriye. Ragihandin ji aliyê wezareta karên aborî de hat kirin.

Sînorê jor bo krediyê, piştî ku di sala 2017an de parêzvanê mafê mirovan Peter Steudtner û rojnamevan Deniz Yucel hatibûn zîndanîkirin, Almanya biryara dorpêçê xistibû dewrê. Hem bo Yekîtiya Awrûpayê rojanekirina Yekîtiya Gumrikê bo Tirkiyê bloke kiribû.