Aliyên siyasî yên Iraqê li ser hilbijartina pêswext li hev kirin
PeyamaKurd – Li Iraqê serokên partiyên siyasî, bi Serokê Iraqê Mistefa Kazimî re civiyan û li ser hilbijartina pêşwext li hev kirin.
Li gor zanyariyan, nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê û berpirsa Nîvîsgeha NY (UNAMI) Jenin Plasschaert û Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî di civînê de amade bûn, lê Tevgera Sedir tevlî civînê nebû.
Serokatiya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, aliyên tevlî civînê bûn li ser berjewendiyên Iraqê, aramî û îstîkrarê hemraman bûn.
Herwiha hat ragihandin ku aliyan gotine hilbijartina pêşwext ne derasayî ye û dema krîza siyasî xetimî, çareseriyeke baş e.
Di berdewamiyê de aliyên di civînê de amade bûn, banga diyaloga netewî li Tevgera Sedir a tevlî civînê nebû kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin