Al-Monitor | Zarokên ereb li Tirkiyê asîmile dibin: Zimanê xwe winda dikin!
PeyamaKurd – Li gorî raporan bi milyonan erebên bi taybet ji Sûriyê bûne penaber, li Tirkiyê dijîn û neçar dimînin ku zarokên xwe bişînin dibistanên Tirkiyê û hejmarek zêde jî zarokên wan naçin dibistanan.
Li Tirkiyê nifşê nû yê ciwanên Sûriyê êdî zimanê tirkî tercîh dikin
Li gorî raporeke ji aliyê Al-Monîtorê ve hatiye belavkirin, êdî nifşê nû yê ciwanên Sûriyê, li Tirkiyê li şûna zimanê erebî tirkî tercîh dikin û ji ber bi hezaran xwendekarên ereb ligel tirkan diçin dibistanan jî bi zimanê tirkî pêwendiyê dikin.
Ji sala 2016an ve siyaseta entegrasyonê tê meşandin
Hikûmeta Tirkiyê ji 3yê Cotmeha 2016an ve di çarçoveya Yasaya Parastina Demkî de, li ser penaberên ereb û zarokên wan siyaseta entegrasyonê dimeşîne.
Di rapora Al-Monîtorê de jî hatiye diyarkirin ku gelek malbatên ereb nikarin zarokên xwe ji ber bihayê zêde bişînin dibistanên erebî perwerdehiyê didin û neçar dibînin bişînin dibistanên tirkî.
Ji ber bûyerên nijadperestî û cudaxwaziyê berê xwe bidin ziman û çanda tirkî
Ev yek jî bandorê li ser zarokan dike û her diçe ji ber neçarbûna pêwendiyên tirkî her diçe ji zimanê xwe yê dayikê dûr dikevin û erebî ji birî dikin.
Li gorî kesên ji Al-Monîtorê re axivî ne, sedema ku penaberên ereb neçar mane berê xwe bidin ziman û çanda tirkî, di nav du salên dawiyê de zêdebûna bûyerên cudaxwaziyê, nijadperestî û tacîzan e.
‘Min çiqas hewl da jî nafîle bû’
Dayikeke Ereb balê dikişîne ser tacîz û cudaxwaziyên nijadperestî û dibêje; “Êdî ji bo ku zarokên tirk bela xwe li zarokên me nedin, ez bixwe jî pêwîst dibînim ku divê tirkî baş fêr bibin. Ewilî kêfa me dihat ku zarokên me zimanekî nû fêr dibin, lê niha derdora me her tişt bûye tirkî. Keçên min tirkî bi hêsanî fêr bûn û ji erebî qut bûn. Min çiqas hewl da çîrokên erebî û fîlmên karton nîşanî wan bidin jî nafîle bû.”
Ji ber nefreta derdorê zarok êdî li erebî venagerin
Mamosteyekî erebî yê li Tirkiyê Enes El Hatib jî projeya fêrkirina erebî li ser înternetê daye destpêkirin ku ew jî dibêje, divê malbatên zarokên ereb zarokên xwe teşwîq bikin ku ji nû ve vegerin zimanê xwe, lê belê nefreta derdorê rê nade ku zarok vegerin erebî.
393 hezar û 547 zarokên ereb perwerdê nastînin
Li gorî amarên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ji milyonek û 124 hezar zarokên ereb tenê 730 hezar ji wan dibin dibistanan ku ew jî ji %65 dike. %35ê mayî ango 393 hezar û 547 zarok jî ti perwerdehiyekê nastînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin