Ahmet Turk: Kurd karê xwe kir, lê hikûmet hêj gavekî neavêt
Ahmet Turk der bare proseya aştiyê de ji bo xebatên yasayî bang li desthilatdariya Tirkiyeyê kir û got: "Kurd hemû wezîfe û berpirsiyariya xwe pêk anî. Lêbelê heta îro ji aliyê hikûmetê ve ti gavek nehat avêtin. Pêwîst e herkes rola xwe bileyize.”
RûpelNews - Komeleya Parêzerên Azadîxwaz ragihand ku ew ê di 21ê Nîsanê de, saet di 20:00an de, li ser platformên medyaya civakî kampanyayeke haştagê li dar bixe, da ku balê bikişîne ser gavên yasayî yên ku wekî beşek ji pêvajoya berdewam a çareserkirina pirsgirêka Kurdî divê bên avêtin.
Siyasetmedar Ahmet Turk jî bi daxuyaniyekê piştgirî da vê kampanyayê û got: “Heta dawiyê em ê xwedî li proseya aştiyê derkevin.”
"Kurd erka xwe bi cîh anî divê hikûmet gav biavêje"
Turk, ji ber cibîcinekirina gavên yasayî gazindan kir û ji bo vê bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir: “Divê herkes ji bo aştiyê erka xwe bi awayeke ciddî bi cîh bîne. Kurd hemû berpirsiyariya xwe bi cîh anî ji bo ku ev prose mayînde bibe pêwîst e parlamento li erka xwe rabe. Gavên birêz Ocalan û PKK ne gavên biçuk in ez van gavan ji bo destpêka serdemeke nû wek siûdekê dibînim. Hinek kes şewitandina çekan ji hêla PKK ve pêk hat wek sembolîk dibînin lê em wisa nafikirin, li wir ciddiyeteke heye. Heta niha sembolik bibe jî ji hêla hikûmetê ve ti gavek necat avêtin û gelê me li ser vê nîqaşan dike.”
