Ahmet Turk ji bo axaftina Newroza 2018an îfade da

16 cotmeh 2019 18:03
Ahmet Turk ji bo axaftina Newroza 2018an îfade da

PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn, bi sedema axaftina wî ya di Newroza 2018an a lêpirsîn lê hat vekirin û bi parêzerê xwe re çû îfade da dadgehê. 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Ahmet Turk de, bi îdîaya ku di axaftina xwe ya Newroza 2018an a li Amedê de “Propagandeya rêxistinê kiriye” lêpirsîn vekir.  

Turk bi parêzerên xwe re çû Edliya Mêrdînê û îfade da û got, tu propagande di axaftina wî de nîne û wiha domand:

“Min li ser yekitiya gelan, têkiliyên gelên Kurd û Tirk ên bi hezaran sal, daxwaza aştî û demokrasiyê kiriye di axaftina xwe de.” 

Parêzerên Turk xwestin di çarçoveya derbirina azadiya ramanê de, doz û lêpirsîna li ser hatiye vekirin were betalkirin.