Agirekî mezin bi bazareke Bexdayê ket
07 gulan 2021 15:59
PeyamaKurd – Li bazareke naverasta Bexda ya paytexta Iraqê, agirekî mezin derket.
Li gor çavkaniyekî ewlehiyê ji çapemeniyê re diyar kir, îro agirekî mezin li bazara Înê ya Suq El Cume ya li navçeya Nehze ya naverasta Bexdayê ketiye.
Herwiha da zanîn, di bazarê de tiştên destê du yên navmalê, amûrên mezin û biçûk ên elektronîk tên firotin. Piştî şewat derket tîmên şaristaniyê 30 tîmên agirkuj şandin cîhê bûyerê û niha jî mijûlê temirandina agir in.
Heta niha bi fermî zerar û ziyanên agir nehatine ragihandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Bexdayê hêzeke mezin a ewlehî û leskerî hat belavkirin
19 cot 2021
Jiyan
Teqîneke mezin li Bexdayê çêbû
05 tbx 2021

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin