Li Bexdayê hêzeke mezin a ewlehî û leskerî hat belavkirin
PeyamaKurd – Li kolanên Bexdayê, bi sedema gefên çekdarên mîlîşyayên Şîe, hêzeke mezin a ewlehî û leşkerî hat belavkirin.
Li gor çavkaniyeke ewlehiyê diyar kiriye, ji ber gefên alîgirên Hevpeymaniya Fetih û çekdarên Şîe yên destpêkirina xwepêşandanan, hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê li Bexdayê û derdora navçeya Kesk hatine belavkirin.
Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê, Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, tenê 17 kursî di Parlamentoya Iraqê de bi dest xistine.
Piştî ragihandina encaman, hejmarek ji komên çekdar û mîlîşyayên Şîe, encamên hilbijartinê red dikin, ji ber vê jî rewşa ewlehiyê li Bexdayê aloz bûye û hêzên ewlehiyê jî ketine rewşa amadehiyê.
Ji aliyekî din ve, Berdevkê Ketîbeyên Hizbullah ê Iraqê Ebû Elî El-Askerî, ji ber encamên hilbijartinên pêşwext, daxwaza dadgehkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
El-Askerî da zanîn: Kazimî xiyanetiya mezin kiriye. Divê em di zûtirîn demê de bixebitin, da ku mafên dengderan û kandîdên wan vegerînin, yan jî ji wan encamên xerab derkevin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin