AFAD: Hejmara kesên ji ber lehiyê mirine gihîst 40 kesan

14 tebax 2021 14:59
AFAD: Hejmara kesên ji ber lehiyê mirine gihîst 40 kesan

PeyamaKurd – Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) di derbarê lehiya Deryaya Reş de daxuyaniyek da û ragihand, ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyan can dane û li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî wenda jî didomin.

AFADê diyar kir; hemû sazî bi piştgiriya personel û wesayîtan ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: "Ji ber lehiyê li Kastamonuyê 34, li Sînopê 6 welatiyên me can dan. Dermankirina 9 welatiyên me li nexweşxaneyan didome. Li Bartinê xebatên lêgerîna kesekî wenda jî berdewam e."