Abdullah Gul: Me Pirsa Kurd di çarçoveya mafên bingehîn de çareser bikira nedibû pirseke herêmî!

15 cotmeh 2023 14:27
Abdullah Gul: Me Pirsa Kurd di çarçoveya mafên bingehîn de çareser bikira nedibû pirseke herêmî!

PeyamaKurd – Serokomarê 11emîn ê Tirkiyeyê Abdullah Gul li zanîna bi navê xwe li çalakiya “Di sedsala duyemîn a Komara Tirkiyê de proseya geşepêdana berdewam” de, axaftinek kir.

Abdullah Gul di axaftina xwe de, behsa mijarên rojevê kir û peyamên li ser pirsa Kurd, aborî û demokrasiyê dan.

Abdullah Gul di axaftina xwe de, herwiha bal kişand ser mijra çaresernekirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê û wiha axivî:

“Heger me wekî Mustafa Kemal Paşa ku hîn sala 1923yan li Îzmîtê bal kişandibû ser, pirsa Kurd di çarçoveya mafên bingehîn û azadiyan de bi baweriyeke mezin, çareser bikira, me yê dilsoziya bo welat a hemû welatiyên xwe pêk bianiya û emê bibûna asteng ku nebe pirseke herêmî.”