Abdulkadîr Selvî: Endamên DEMê dê biçin Îmraliyê, lê kîjan endam?

28 mijdar 2024 17:30
Abdulkadîr Selvî: Endamên DEMê dê biçin Îmraliyê, lê kîjan endam?

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya di Koma Meclîsê ya partiya xwe ya di destpêka meha cotmehê de, bang li Abdullah Ocalanê ku di Girtîgeha Îmraliyê de ye, “ji mafê xwe yê hêviyê sûd wergire” û “Di Koma DEMê ya meclisê de biaxive” xwest.

Bahçelî ku gelek caran vê bangawaziyê dubare dike, roja sêşemê got, “Me di civîna koma 22yê cotmehê de çi gotibe em li piştê ne. Divê hevdîtina koma DEMê ya bi Îmraliyê re dereng nemîne.”

Piştî van geşedanên germ, nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî nivîsî ku endamên DEMê dê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Selvî di nivîsa xwe ya bi navê “Edamên DEMê dê biçin Îmraliyê, lê kîjan endam?” bi kurtî ev tişt anî ziman:

“[...] Hevserokên Giştî yên DEMê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Edaletê da. Endamên DEMê dê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Lê Hevserokên DEMê dê biçin yan jî kesine din dê ji nava DEMê bên tercîhkirin?

Ji ber ku Hevserokên DEMê li dijî çareseriyê ne. Bi Qendîlê re tevdigerin. Ya girîng ne hevdîtina bi Ocalan re ye, ya girîng ew e ku peyamên Ocalan rast bên ragihandin. Ji ber ku ev ne rêwîtiyeke turîstîk e. Omer Ocalan 2 saetan hevdîtin kir. Em bi peyvekê dizanin. Qendîlê jî peyamên Ocalan hêjayî nirxandinê nedît. Ji bo vê jî navên bi tecribe yên di nava DEMê de yên ku piştgiriyê didin çareseriyê û peyamên Ocalan rast radigihînin, dê bên tercîhkirin.”