78 baro: Bila serokê dadgeha 9 em ya cezayê giran ji ser wezîfê bê dûrxistin

15 îlon 2021 03:24
78 baro: Bila serokê dadgeha 9 em ya cezayê giran ji ser wezîfê bê dûrxistin

PeyamaKurd – 78 baro bi sedema serokê baroya Diyarbekirê Nahit Eren û rêvebiriya baroyê ji aliyê serokê dadgeha cezayê giran ya Diyarbekirê de bi zora polîsan ji salona dadgehê hatin derxistin, xwestin ku serokê dadgeha cezayê giran ji ser wezîfê bê dûrxistin û di derbarê wî de lêpirsîna edlî û îdarî bêkirin. 78 baro daxwyaniyekî hevpar dan çapemeniyê û weha gotin:

Tewrekî asabî û êrîşker:

“Di roja 13 ê êlûna 2021 ê de di salona dadgehê ya 9 em ya cezayê giran ya Diyarbekir de, serokê dagehê bi sedema tewrekî asabî û êrîşker li hemberê parêzeran nîşan dide, serokê baroya Diyarbekirê parêzer Nahit Eren û heyeta rêvebiriya baroyê ji bo li ser mijarê biserokê dadgehê re biaxifin, dema çûn salona dadgehê, serokê dadgehê heman tewrê xwe ji bo serokê baroyê û rêvebiran jî nîşan daye.

Serokê dadgehê fermanê daye polîsan da serokê baroyê Nahit Eren û heyeta rêvebir ji salonê derxin, polîsên memûr êrîşê serokê baroyê, rêvebirên baroyê û parêzeran kirine û li wan heqaretê kirine.

Em car din dixwazin bibîrbixin ku karê parêzgeriyê temînata parastinêye, ya darizandina dadweriyê û lêgerîna azadiyê ye. Rêxistina parêzeran baro jî temînata mafê mirovan, azadiyan û dewleta hûqûqê ye. Ji ber wê, ew ciyê ku maqamê parastinê an ku parêzer di civakê de azad nînbin, azadiya ti kesî di bin garantiye de nîne.

Divê bê zanîn ku mafê darizandina wekheviyê, parêzvanî û parastina hemkarên me em tim diparêzin.

Em ji bo raya giştî radigihînin ku divê serokê dadgeha cezayê ya 9 em û kesên di bûyerê de weka asayiş cîh girtine, divê yekser ji ser wezîfeyên xwe bên dûrkirin, divê lêpirsîna edlî û îdarî di derbarê wan de destpêbike û em ji bo ciyên pêwendîdar agahiyê didin.”