6emîn çalakiya TEDxNistiman bi besdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî destpê dike
04 adar 2023 16:31
PeyamaKurd – Bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 6emîn çalakiya TEDxNiştiman li Hewlêra paytext tê lidarxistin.
6emîn TEDxNiştiman ku 150 ciwanên dildar bi rojan e amadekariya xwe lê dikin, îro destpê dike.
Zêdeyî hezar guhdar wê beşdarî çalakiyê bibin û 14 axaftvanên herêmî û biyanî wê pêşkêşiyan bikin. Wê ji Amerîka û welatên Ewropayê jî mêvan beşdarî çalakiyê bibin.
Di çalakiya TEDê ya ku li gelek welatan hat lidarxistin de, derfeta ciwanan heye ku ezmûnên xwe bi beşdaran re parve bikin.
Di çalakiya îsal de wê ciwanên Herêma Kurdistanê jî fikrên xwe parve bikin û berhemên ku li herêmê tên hilberandin bidin nasîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Tenduristî

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin