57 sal di ser Pêsmergetiya Serok Barzanî re derbas bûn: Mezintirîn post Pêsmergetî ye!

20 gulan 2019 13:59
57 sal di ser Pêsmergetiya Serok Barzanî re derbas bûn: Mezintirîn post Pêsmergetî ye!

PeyamaKurd - Kêm caran Serok Mesûd Barzanî xwe wek Pêşmergeyê Kurdistanê daye naskirin û her dem dibêje: “Bi hêvî û umîdeke mezin bûm Pêşmerge. Bi baweriya bi rewatiya doza gelê Kurd û hêviya bi serkeftinê bingeha baweriya Pêşmergayetiyê ye. Mezintirîn şanazî, pile û post ji min re Pêşmergetî ye.”

Roja 5ê Gulanê ya her salê, salek dikeve ser temenê Pêşmergayetiya Barzanî, ji ber ku hîna xwe wekî Pêşmergeyê Kurdistanê dizane. Îro jî 20 Gulana 2019an temenê Serok Mesûd Barzanî yê Pêşmergetiyê dibe 57 sal.

Serok Mesûd Barzanî

Serok Barzanî derbarê temenê xwe de gotiye: “20ê Gulanê di jiyana min de bîranîneke pirşengdar e. Di rojeke wek îro de bûm Pêşmerge, ev bîranîn her dem ji min re cihê şanaziya mezin bûye. Di dîroka 20ê Gulana sala 1962an de li geliyê Bêxeme min pêwendî bi baregeha Barzniyê Nemir re kir û bi fermî çûm nava rêzên Pêşmerge.”

‘MEZINTIRÎN ŞANAZIYA DI MIN EW E KU EZ BÛM PÊŞMERGE’

Serok Barzanî dibêje: “Şanazeyeke mezin bi navê Pêşmerge dikim, ji ber wê jî mezintirîn şanaziya jiyana min ew e ku ez bû Pêşmerge. Bi hêvî û umîdeke mezin bûm Pêşmerge. Bi baweriya bi rewatiya doza gelê Kurd û hêviya bi serkeftinê bingeha baweriya Pêşmergayetiyê ye. Wek Pêşmergeyên din armanca min xebat ji bo azadiya niştimanî û bidestxistina mafên rewa ên Kurd bû. Xebat ji bo bercestekirina rûmeta Kurd li hember hemû hewlên tunekirina Kurd.”

SEROK BARZANÎ WEKÎ PÊŞMERGE BEŞDARÎ ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞê BÛ

Serok Barzanî dema çekdarên DAIŞê êrîşî Kurdistanê kirin, wek Pêşmerge çû bereyên pêşî yên şer û baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bicih hîşt û çendîn roj û hefte li çeperên berevaniya li Kurdistanê wek Pêşmergeyekî asayî jiya. Serok Barzanî heyama nêzîk 4 salên şer DAIŞê, serperiştiya hilmeta têkşikandina DAIŞê û rizgarkirina navçeyên dagîrkirî yên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî wekî Pêşmerge li çeperan e

Serok Mesûd Barzanî ji ber ku xwe bi Pêşmergeyê xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê dizane, Kurdistan li pêş her pirseke din daniye. Tevî ku çendîn caran jê hatiye xwastin posta Serokomarê Iraqê werbigire, lê ji ber girîngiyê dide Kurdistanê, ew post red kir. Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê û piştî dawî hilbijartinên Iraqê, li navnedên medyayî û siyasî pirs û behsa wergirtina posta Serokomarê Iraqî ji aliyê Serok Barzanî hat kirin, lê wî ew yek red kir.

‘YEK JI SERWERIYAN BO BARZANÎ, REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ BÛ’

Yek ji serweriyan bo Serok Barzanî, birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an bû, ku tevî fişarên navxweyî, herêmî û navdewletî, lê referandûm hat encamdan. Serok Barzanî derbarê encamdana referandûm û mafê serxwebûna gelê Kurdistanê de got: “Serkeftin ew bû, zêdetir ji 93 ji sedî ji xelkê Kurdistanê dengê belê da serxwebûnê û rojek tê gelê Kurdistanê bigihe wî mafî, ji ber ku ne pêkan e dest ji mafê serxwebûnê berdin, ji ber ku ji serdema Kawayê Hesinkar ve û ta niha Kurd ji bo serxwebûnê xebatê dike.”

Serok Barzanî dema Pêşmergetiyê

Ji bilî wê, Serok Barzanî piştî rûxandina rêjîma Beis û hewlên Hakimê Medenî yê Iraqê Paul Bremer ragihand, wê demê hewl dan Pêşmerge wek mîlîşya bêjmêrin û gefa hilweşandina wê xwarin, li ser wê pirsê min gelek hewl da ku bi Amerîkiyan têbigihînim ku Pêşmerge ne bi biryar hatiye dirustkirin û bi biryarekê hilnaweşe, lê nedixwastin ji wê rastiyê têbigihin, min ji Paul Bremer re got: Ez diçim Kurdistanê û tu jî peya yî were Pêşmerge hilbiweşîne. Piştre têgihîştin ku Pêşmerge hêzek e ji hêzên din ên Iraqê cuda ye û bi biryarekê pêk nehatiye.