54 gêncên Kurd ji Basûrê Kurdistanê çûn Tirkiyê lê Tirkiye wan sande Ezazê

03 îlon 2021 03:08
54 gêncên Kurd ji Basûrê Kurdistanê çûn Tirkiyê lê Tirkiye wan sande Ezazê

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser mijara 54 xortên ku ji başûr derbasî Tirkiyê bûn û Tirkiye wan şande Ezaz a Sûriyê ragihand ku çi pêwsit be dê ji bo wan bikin. Cotyar Adil di civîna çapemeniyê de weha got:

“Em bi ofîsa karên derve re ji bo tedbîran bistînin di nav têkiliyan de ne. Em hêvî dikin di wexteka kurt de wan paşde bînin. Em ji dil  bi mijarê re eleqedar dibin.”

Ji koçberan Sefîn Sergelûyê ji bo Rûdawê ragihandiye ku wan li Tirkiyê xwe weka hemwelatiyên Sûriyê nîşan dane lewra Tirkiye wan şandiye Sûriyê navçeya Ezazê. Berê li otêlekî diman û niha di kampê de ne. Ezaz di bin kontrola grûbên bi desteka Tirkiyê de ne.

Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebûbekir gotiye bo anîna gêncan bi wezareta karên derve ya Iraqê re di nav têkiliyan de ne. Piraniya xortan ji xelkê Silêmaniyê ne.