4 ciwanên Efrînî li Stenbolê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya Tirkiyê li Stenbolê 4 ciwanên Kurd li Stenbolê desteser kirin û heta niha jî çarenûsa wan ciwanan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, ragihand ku libajarê Stenbolê yê Tirkiyê 4 cwanên Efrînî ku ji gundê Aşkan a ser bi nehyeya Cindirêsê ve ye desteserkirine, li gor rêxistinê ji ber pirisgirêkên civakî û hinceta ku ew ciwan ser birêveberiya xweser ve ne, yek ji pêkhateyên Ereb ji heman gundî gilî li wan kiriye.
Li gor rêxistinê ew ciwan ji sala 2012an ve ji ber leşkeriya neçar mane û ji Suriyê derketine, û ew niha li Stenbolê dimînin.
Navên wan jî, Xalib Mehemed Bekir 37 salî , 'Ednan Fewzî Silêman 20 salî, Mistefa Mehemed Wiso 22 salî û her wiha Mistefa Ehmed Weysî, 25 salî ye, çarenivîsa wan jî ne dîyar e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin