Di Newroza Stenbolê de 75 kes hatin desteserkirin

18 adar 2024 02:59
Di Newroza Stenbolê de 75 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê de 75 kes hatine desteserkirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê ya Stenbolê îro bi beşdariya hezaran kesan, bi şahiyê Cejna Newrozê ya netewî ya Kurd pîroz kirin.

Piştî bi encambûna pîrozbahiyê Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di pîrozbahiyên Newrozê de 75 kes hatine desteserkirin. 

Di daxuyaniya parêzgariyê de wiha hate gotin:

“Li navçeya Fatîhê li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bi organîzasyona DEM Partiyê îro di navbera demjimêr 10:00 û17:00an de, bi mijara `Niha Dema Azadiyê ye` `Pîrozbahiya Newrozê` hate sazkirin.

Kesên bi navê M.A., Ş.A. û Y.O. yên ku posterê rêberê PKKyê Abdullah Ocalan vekirin hatin desteserkirin.

Di kontrolên li derdora qadê de M.K. û M.B.yên ku pêştir bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" biryara girtina wan hebûn, hatin desteserkirin.”

Li gor daxuyaniya parêzgariyê herwiha 15 jin û 55 mêr bi tevahî 70 kesên din jî bi hinceta “derketina li dijî polîsan, têkdan û avêtina diruşmên PKKê” hatin desteserkirin.