4 çekdarên Hesda Seibî hatin kustin û berpirsek birîndar bû

30 hezîran 2020 21:44
4 çekdarên Hesda Seibî hatin kustin û berpirsek birîndar bû

PeyamaKurd - Desteya Heşda Şeibî ragihand ku di encama teqîna bombeyekê de li rojavayê qezaya Bêcî ya parêzgeha Selahedînê, 4 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û berpirsên wan jî birîndar bûye.

Desteya Heşda Şeibî bi daxuyaniyekê ragihandiye, li navçeya el Sekriye ya li rojavayê qezaya Bêcî, bombeyeke vedayî bi dewriyeyeke Lîwaya 51 a Heşda Şeibî ve teqiyaye û 4 çekdarên Heşda Şeibî yên ji Lîwaya 51 a Heşdê û Hêza Şêx Şaalan hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, “êx Şaalan el Uwêd berpirsê hêza Şêx Şaalan jî birîndar bûye ku ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Desteya Heşda Şeibî diyar kiriye ku piştî teqînê hêzeke din a Lîwaya 51 ji bo dîtina êrîşkaran li herêmê dest bi operasyonê kiriye.