322 milyon dolarên dîktatorê berê li xelkê hat belavkirin

24 hezîran 2022 18:29
322 milyon dolarên dîktatorê berê li xelkê hat belavkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi qasî 322 milyon dolarên ku dîktatorê berê yê welatê Afrîka Nîjeryayê General Sanî Abacha revandibû derve, li welat hatiye vegerandin û li xelkê hatiye belavkirin.

Li gorî daxuyaniya berpirsên Nîjeryayê, ew 322 milyon dolarên tevî faîza 11 milyon dolaran bo welat hatiye vegerandin, li milyoneke û 900 hezar Nîjeriyan hatiye belavkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Xenîmetê radestkirî yê Abacha xilas bû. Em jê berpirsin ku ji xelkê re bibêjin bê ji bo çi hatiye bikaranîn.”

Dîktator General Abachayê ku bi darbeya leşkerî sala 1993yan hatibû ser deshilata Nijeryayê, li gorî rayedarên Nijerî 2 milyar dolar diziya welat kiriye.