Kolberê kurd li ser sînor bi guleyan hat kuştin

25 îlon 2026 17:06

Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberê kurd ê 28 salî Mihemed Sadiq Owlî, ji ber gulebarana hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Kolberê kurd li ser sînor bi guleyan hat kuştin

RûpelNews - Li gorî HRANAyê, bûyer li herêma sînorî ya Şêx Saleh a navçeya Selas Bawecanî qewimî.

Hat ragihandin ku kolberê kurd, Mihemed Sedîq Owlî, bêyî ti hişyariyê rasterast bûye hedef û jiyana xwe ji dest daye.

Termê Owlî, ku zewicî bû û bavê du zarokan bû, bo nexweşxaneyeke li Ciwanroyê hat veguhestin.

Desthilatdarên Îranê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.