3 hezar û 149 pêketin û 16 wefatên din ên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro Sêşemê de ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3149 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 16 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 3149 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 848 kes li Hewlêrê, 813 kes li Silêmaniyê, 1405 kes li Duhokê, 36 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 797 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 286 kes li Hewlêrê, 329 kes li Silêmaniyê, 143 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ye.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên giştî bû 240879 kes, ya mirinan gihîşt 4834 kesan û heta niha 201980 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin