29 Hevpeymanên NATOyê pistgirî dan Ukraynayê

28 mijdar 2018 17:23
29 Hevpeymanên NATOyê pistgirî dan Ukraynayê

PeyamaKurd - 29 Hevpeymanîyên NATOyê li ser alozîya di navbera Ukrayna û Rusyayê de, desteka xwe ye bo Kievê dûbare kir û xwestin leşkerên girtî zû bên berdan.

Herwiha di daxwuyayanîya nivîskî ya NATOyê de, bang li Rûsyayê hat kirin ku li hemberî leşkerên girtî şidetê bi kar neyîne û wan bilez azad bike.

NATOyê got: ‘Em bang li Rûsyayê dikin ku destûra seyrusefera bê asteng li bênderên Deryaya Azakê bide keştîyên Ukraynayê.’