200 malbatên Kurd ji Lubnanê vegeriyan Efrînê
30 cotmeh 2024 22:38
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 30yê Cotmehê du malbatên din ên koçberên Kurd ji Lubnanê vegeriyane Efrînê û hejmara malbatên ji ber şerê Îsraîl-Hizbullahê vegeriyane gihîştiye 200 malbatan.
Ji destpêka şerê Lubnanê û êrîşên Îsraîlê ve, bi dehan ji malbatên Kurd ên penaber vegeriyane Efrîn, Heleb û Şehbayê.
Çalakvan Mistefa Şêxo Welat TVyê re ragihandiye ku hejmara malbatên Kurd ên ji Lubnanê vegeriyane gihîştiye 200 malbatan, lê ew niha di rewşeke zehmet de jiyana xwe didomînin.
Şêxo daye zanîn ku komên çekdarên li Efrînê astengiyan li pêşiya malbatên vedigerin Efrînê derdixin û milkên wan li wan nayên vegerandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di êrîsa Îsraîlê ya Lubnanê de 3 zarokên Kurd ên ji Efrînê hatin kustin
17 trm 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin