20 hezar xanî li ber lehiyê ketin: Gelek mirî hene

10 adar 2024 19:00
20 hezar xanî li ber lehiyê ketin: Gelek mirî hene

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê ji ber barana zêde û tund lehî rabûn û hezar çêbûn.

Rêveberiya Karesatan a Endonezyayê ragihand ku di encama lehiyan û hezazê de li girava Sumatrayê hejmara kesên can dane gihîştiye 21 kesan û lêgerîna bo rizgarkirina 6 kesan jî didome.

Li girava Sumatra ku zêdetirî 80 hezar şênî dimînin, ji ber lehiyan welatî bo deverên ewle hatine veguhestin. Hatiye ragihandin, li 9 navçeyên Sumatrayê 2o hezar xanî li ber lehiyê ketine.