2 berpirsên îstixbarata DAISê hatin desteserkirin

05 cotmeh 2020 01:13
2 berpirsên îstixbarata DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îro roja yekşemê li paytexta Iraqê Bexdayê 2 berpirsên rêxistina terorîst a DAIŞê yên îstixbaratê hatin desteserkirin.

Dezgeha Îstîxbarata Iraqê îro 4ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand, tîmên wan karîne berpirsê îstîxbarata DAIŞê li Fellûce Ebu Salim Elmewla û birayê wî ku di heman demê de cîgirê wî ye desteser bikin.

Hat diyarkirin ku herdu berpirsên serekî yên DAIŞê li xwe mikur hatine ku beşdarî nav çalakî û karên rêxistina terorîst DAIŞê bûne.