19emîn Festîvala Munzurê li Dêrsimê birêve diçe

26 tîrmeh 2019 16:07
19emîn Festîvala Munzurê li Dêrsimê birêve diçe

PeyamaKurd - Li Dêrsima bakurê Kurdistanê, piştî qedexeya du salan, 19emîn Festîvala Munzurê ya Çand û Sirûştê birêve diçe. Ji welat û çar aliyên cîhanê bi hezaran welatî beşdarî mîhrîcanê bûn. Armanca mîhrîcanê ew e ku çand, ziman û baweriya herêmê bê parastin û pêşvebirin.

Di festîvala îsal de ku bi navê Eyaz û Nûpelda birêve diçe ku wan herdû zarokan di encama teqîna mayînê de jiyana xwe jidest dabûn. Di festîvala îsal de ji bo zarokan gelek çalakî hene.

Kurd ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê beşdariya dvê festîvalê de dikin.Di festîvalê de, girîngî bi kultûra hemû pêkhateyên parêzgeha Dêrsîmê tê dan.

Festîval 4 rojan dom dike û li navçeyeke nêzîkî Çemê Munzurê, ku weke çemekî pîroz ê Dêrsîmê tê naskirin, tê sazkirin.