17 zarok ji sorikan mirin

23 nîsan 2019 22:09
17 zarok ji sorikan mirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bakurê rojhilatê welatê Nîjer ê Afrîkayê ji ber nexweşîna belavî ya sorikan 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berpirsê Pişkînîna Nexweşiyan ê Eyaleta Borno ya Nîjerê Babagana Abiso da xuyakirin, di nav du hefteyên dawî de 10 hezar nexweşên sorikan hatine tesbîtkirin û 17 zarokan jî ji wê nexweşînê can daye.

Hat zanîn piraniya kesên mirine zarokên bin temenê 6 saliyê ne.

Nexweşîna sorikan bi bêhalî, kuxik, herikîna bêvilê û sorbûna çavan destpê dike û heta dibe sedema zatureyê û nexweşînên din di bedenê de ku dibe sedema mirinê jî.