17 rêveberên Saredariya Mêrdînê ji gendeliyê hatin binçavkirin
12 mijdar 2020 00:06
PeyamaKurd – Li Şaredariya Mêrdîn ku ji aliyê qeyûmê li şûna şaredarê hilbijartî Ahmet Turk ve tê birêvebirin, operasyona gendeliyê hat kirin.
Hat ragihandin ku di encama operasyona ser gendelkarên şirketa MARSU ya avê de, 17 kes ji gendeliyê û fesadî xistina nav îhaleyan hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de, midurê berê yê MARSUyê Eşref Dagdelen, cîgirê midurê berê Sadullah Turkgut û serokê daîreya aboneyan Nurettîn Çetîn jî hene.
Li gorî zanyariyan karmend û berpirsê di saziyên şaredariyê de, bi milyonan lîre gendelî kirine û îhaleyên bi deh milyonan bi awayekî derveyî usulê dane kes û karsazên nêzîkî xwe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Mêrdînê operasyona gendeliyê: 8 berpirs û karmend hatin binçavkirin
21 mjd 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin