159 kesayetên gring ji bo Doza Kobaniyê bangnameyekê belav kirin
PeyamaKurd - 159 hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên rêxistinên sivîl di derbarê Doza Kobaniyê de, bi serenavê “Em li ber keviya biryarekê ne ku wê bandorê li siberoja welêt bike” daxuyaniyek belav kir û daxwaza bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir.
Di daxuyaniyê de tê xwestin ku siyaseta aloziyê bi dawî bibe û biryarên DMMEyê bêne bicihanîn.
Rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin, wê di 17ê Avrêlê de, li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereya paytexta Tirkiyeyê pêk hat, lê belê Dadgehê, ji bo ku biryarê bide rûniştinê taloqî 17ê Gulanê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Encamên hilbijartinên xwecihî hêviyên nermbûna siyasî, aştî û aramiyê ku daxwaza civakê ye bihêztir kir. Pêwîstiya pêkanîna vê hêviyê ew e ku daraz di bin fermana desthilata siyasî de nemîne û veguhêze saziyeke serbixwe ku li gorî prensîba dewleta hiqûqî ya Destûra Bingehîn dadmendiyê pêk bîne.
Di vê çarçoveyê de em li ber biryarekê ne ku bandorê li siberoja welêt bike. Biryara li ser Doza Kobaniyê ku wê bibe nîşaneya wê yekê ka hikûmet ji bo aştî û demokrasiya navxweyî û derve, wê rêzê li prensîba dadweriya serbixwe bigire an negire.
Ji ber ev doz wekî Doza Geziyê xala sereke ya dozên ku daraz wekî amûreke siyasî tê bikaranîn e. Di vî warî de ne tenê ji bo DEM Partiyê û gelên herêmê, ji bo siberoja welatê me jî ev doz pir gring e. Divê biryara Doza Kobaniyê bibe nîşaneya wê yekê kuli welet bêhiqûqî bi dawî bibe û daraz serxwebûna xwe bi dest bixe.
Divê Doza Kobaniyê û dozên bi vî rengî li gorî yasayan bên kirin. Divê hemû mexdûriyetên ku di qada hiqûqê de bi mebestên siyasî hatine afirandin, bi taybetî jî girtiyên Doza Geziyê ku li ser ti delîlên objektîv nehatine avakirin, bên rakirin.
"Divê Demîrtaş û girtiyên din tavilê bêne serbestberdan"
Tiştê ku divê bê kirin eşkere ye: Divê girtiyên Doza Kobaniyê, li gor biryarên DMMEyê yên ku ji bo hemû organên dewletên alîgir derbazdar in û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ya demildest serbestberdana Selahedîn Demîrtaş û girtiyên din demildest bên berdan.
Ji ber endametiya Konseya Ewropayê erkek e ku hikûmet û daraz biryara Komîteya Wezîran li ber çavan bigirin. Geşedanên siyasî yên dawî nîşan didin ku siyaseta aloz, bêhiqûqî û bêdadmendî aramî û ewlehiyê nade civakê û civak jî ji vê yekê ne razî ye. Em hêvî dikin biryara Doza Kobaniyê bibe sedemê avakirina dewleta hiqûqê û aştiya civakî.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin