Ji doza Kobaniyê ji Demirtas, Figendag û 34 kesan re cezayê heya bi heyayê dixwazin
PeyamaKurd – Ji doza Kobaniyê ji hevserokên berê yên HDP ê Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ û 34 kesan re herî kêm yek carekî cezayê heya bi heyayê dixwazin. Bûyera ku di 6-8 ê cotmeha sala 2014an de çêbû, bi temamî di dosyayê de ji bo 36 kesan dozger mutalea xwe di derbarê dosya û wan kesan de da.
Li ser êrîşa DEAŞ ê ya ser Kobaniyê ku Pêşmerge hatin hawara wan û paşî DEAŞ li Kobaniyê têkçû, HDP ê xelkê dawetî kolanan kiribû da xwepêşandanan bikin. Di encama çalakiyan de 2 polîs û 35 kes jiyana xwe dan. Bi temamî 761 kes birîndar bûn.
Di encama bûyeran de di derbarê 600 kesan de lêpirsîn hat kirin, 894 kesan xistin binçav û ji wan 386 kesan xistin zîndanê. Di nav sûcên ku polîs û dozger îsnadê wan dike; kuştina 37 kesan, 29 hewldanên kuştinê, zerardayîna mal ya 3.777 malan, destdanîna ser 25kesan, 395 dizî,15 yaxma, îhlala 308 mal û karxaneyan, şewitandina 13 alên Tirkiyê, 7 kes li dijî qanûna parastina Ataturk ku sûc kirine hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin