15 partî û aliyên Kurd ji bo Kerkûkê li ber biryareke girîng in!

08 tebax 2019 20:02
15 partî û aliyên Kurd ji bo Kerkûkê li ber biryareke girîng in!

PeyamaKurd - Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand, ew ji bo hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ligel yek lîstê ne û kar jî bo paşxistina hilbijartinan dikin.

Hat zanîn ku 15 partî û aliyên Kurdî biryar dane ku bi yek lîstê beşdarî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin, di nava wan partiyan de PDK û YNKê jî hene, wek du partiyên xwedî pêgeheke bihêz û camewerekî berfireh in li bajêr.

Tê çaverêkirin PDK û YNK rêbertiya lîstê bikin, ev jî di rewşa ku hilbijartin dereng nekeve, ji ber ku niha rewşa Kerkûkê ne asayî û hin hêzên siyasî daxwaza derengxistina dema dengdanê dikin.

Berpirsên PDKê ji bo derengxistina hilbijartinê dixebitin, ji ber ku asayîkirina rewşa Kerkûkê bûye mercê PDKê ji bo beşdarî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibe.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran li ser mijarê ji K24ê re ragihandiye, Kerkûk bajarekî dagîrkirî ye û rewşa wê nehatiye asayîkirin, dengdar nikarin bi azadî dengên xwe bikar bînin. Herwiha PDK jî nikare bangeşeya hilbijartinan bike, ji ber baregehên wê dagîrkirî ne.

Parlemana Iraqê biryar daye di meha Nîsana 2020an de li tevahiya bajarên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê hilbijartina Encûmena Parêzgehan were encamdan.