12emîn Festîvala Zebesê Amedê 21ê Îlonê tê lidarxistin

18 îlon 2022 15:33
12emîn Festîvala Zebesê Amedê 21ê Îlonê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Şaredariya Diyarbekirê îsal 12emîn Festîvala Zebeşên Amedê, 21ê Îlonê li Qada Deriyê Çiyê bi çalakiyên çandî û hunerî  li dar dixe.

Di festîvalê de, bi sedan cotkarên hilberîna zebeşên Amedê dikin, wê bi zebeşê xwe beşdarî festîvalê bibin û bikevin pêşbirka zebeşên herî mezin.

Hat diyarkirin ku wê di pêşbirkê de, xwediyê zebeşê herî mezin ê bibe yekemîn 10 hezar lîre û zêrekî tam, yê duyem 7 hezar û 500 lîre û nîv zêr û yê sêyem jî 5 hezar lîre û çarîyek zêr wekî xelat bistîne.

Biryare di çarçoveya festîvalê de hejmarek çalakiyên çandî yên wekî lîstikên zarokan, pêşbaziya xwarina zebeş û pêşbaziya gindirandina zebaşan jî cî bigirin.

Wê Festîvala Zebeşan roja Çarşema bê li 15:30 dest pê bike û li saet 20:00 jî bi konserekê bi dawî bibe.