12 aliyên Kurdistan û Iraqê civiyan: Rûxandin xeta sor e!
PeyamaKurd - 12 aliyên siyasî yên Iraq û Kurdistanê, şeva borî li Bexdayê li baregaha Bizava Hîkme civiyan.
Piştî civînê hat ragihandin ku parastina bingeha dewletê, sîstema siyasî, demokrasî, bicihkirina prensîbên radestkirina desthilatê divê bi rêbazên aştiyane ya hevhangiya hemû aliyan be û rûxandina wê jî xeta sor e.
Aliyên beşdariya wê civînê kirin yên; Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hevpeymaniya Fetih, Nesir, Hîkme û Dewleta Yasa ragihandin ku divê serokwezîr û hêzên ewlekariyê asayîşê dabîn bikin, samanê giştî û taybet biparêzin û pêwîst e Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û saziyên pispor wan aliyan eşkere bikin ku destê wan di revandin, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan de heye.
Aliyên ku beşdarî civînê bûn diyar kirin ku divê Parlamento û hikûmet berdewam bicivin daku bilez daxwazên xwepêşanderan bicih bikin, sîwana demkî bo bicihanîna wan diyar bikin û ji dawiya sala 2019an jî we prose dirêjtir nebe.
Pêşniyar hatiye kirin ku dadgeha taybet bi yekalîkirina dosyayên gendelan were aktîfkirin û aliyên siyasî pêbendî dûrketina ji destêwerdana karûbarên wezaret û saziyên dewletê bin.
Aliyên siyasî teqez kirin ku divê hemû pêbendî derxistina yasa û sererastkirina yasayên serekî bin li parlamentoyê ku ji bo pêşxistina sîstem û dabînkirina daxwazên gel.
Alîyên Siyasî yên di civînê de bûn ev xal ragihandin:
- Sererastkirina yasaya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û bidawîkirina karê komisyona niha ya hilbijartinan û pêkanîna komisyoneke din.
- Derxistina yasaya hilweşandina îmtaziyatên berpirsên bilind, serokatiyan û pileyên taybet.
- Derxistina yasaya Dadgeha Federalî.
- Derxistina yasaya Encûmena Federalî.
- Derxistina yasaya Encûmena Avakirinê.
- Sererastkirina yasaya Desteya Destpakî.
- Derxistina yasaya tee v ji ku aniye.
- Derxistina yasaya petrol û gazê.
- Sererastkirina pêkhateya kabîneya hikûmetê bi awayekî berfireh.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin