112 Acil | Îngilîzî, Erebî, Rûsî û Almanî heye, lê Kurdî nîne!
PeyamaKurd – Li seranserê Tirkiyê telefonên Navendên 112 Acîlê xizma bi zimanên ji bilî Tirkî bi Îngilîzî, Almanî, Rûsî û Erebî didin, lê bi Kurdî wê xizmetê nadin.
Parlamentara HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel, ev mijar xist rojeva Parlamentoya Tirkiyê û sedema nebûna Kurdî di xizmeta Navendên Bangewaziyê yên 112 Acîlê de pirs kir.
Herwiha Serokê Odeya Hekîmên Diyarbekirê Mehmet Şerîf Demir jî bal kişand ser ku xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye û heger nexweşek bi zimanê xwe nikaribe xwe îfade bike, doktor nikarin ligel wî danûstandineke baş bikin û ev jî tê wateya astengkirina mafê tedawiyê.
Hefteya borî jî li ser nebûna qûrsên Kurdî di Navendê Perwerdehiya Gel a girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê de hatibû rojevê ku tevî serlêdan û daxwazên mamosteyên Kurdî jî ti bersiveke bo wê nehatibû dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin