Zeviya bi morî, berhemên 12 hezar sal berê dihewîne
PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Kerboranê li taxa Ilısûyê li zeviya bi Morî berhemên 12 hezar sal berê dertên holê. Berhem ji dewra neolîstîk mane. Bi sedema ku bendava Ilısûyê (Heskîf) li deverê hatiye avakirinê, niha dewlet dixwaze ku berhemên dê di bin avê de bimînin, wan rizgar bikin û derxin muzeyan. Di vê çarçoveyê de li ciyê navborî niha xebat tên kirin.
Berhemên ku li wê derê dertên, yên dewra Sumeriyan heya dewra Babîl, Aqad, Hîtît, Asûr, Ûraryû, Roma, Abbasî û hetta Osmanî ne. Xebata deverê ji sala 2012an heya niha dewam dike û berhemên bidest dikevin dibin muzeya Mêrdînê. Tişta balkêş ew e ku di zeviya xebatê de ku mezinahiya wê 2.5 hektare, di zeviyê de bêhtir cûr bi cûr morî tên dîtin û lewra navê wê kirine zeviya bi Morî. Bi Tirkî navê wê danîne Boncuklu Tarla.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin