Zelensky: "Rewsa li herêma Donetskê pir giran e"
PeyamaKurd – Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky derbarê geşedanên şerê li Ukraynayê dewam dike de diyar kir, li bajarên Bahmut û Vugledar ên herêma Donetskê bi artêşa Rûsyayê re pevçûnên herî dijwar dewam dikin.
Di peyama xwe ya bi vîdeo ya rojane de Zelensky got, rewşa li nêzî, Bahmut û Vugledar gelekî giran e.
Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku nakokiyên herî germ ên şerê Rûsya û Ukraynayê li herêma Donetsk a wî welatî berdewam dikin û ev tişt gotin:
"Li eniyê, rewş pir giran e, nemaze li nêzî Bahmut û Vugledar ên herêma Donetsk."
Zelensky artêşa Rûsyayê bi "hilweşandina" binesaziyên sivîl ên li Ukraynayê sûcdar kir û got, "Dagirker ne tenê êrîşî çeperên me dikin, bi zanebûn van bajarok û gundên derdora xwe wêran dikin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin