Zelensky: Ala Ukraynayê teqez wê bi hemû alayên welatên Yekîtiya Ewropayê re wekhev be
PeyamaKurd – Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi peyameke vîdyoyî ya ku bi şev li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir, bang li gelê Ukraynayê kir û derbarê şerê li dijî Rûsyayê li welatê xwe de nirxandin kirin.
Volodymyr Zelensky diyar kir, wan di civîneke li gel berpirsên hêzên ewlehiyê de, rewşa dawî ya herêma Donetskê ku di şerê Rûsya û Ukrayna de herî tund lê qewimîn gotûbêj kirin.
Zelensky di civîna ewlehiyê de eşkere kir, wan li ser planên artêşa Ukraynayê yên di rojên pêş de yên di pevçûnên li herêma Donetsk de axivîne û wiha got: “Helbet mijara yekem têkoşîna giştî ya ji bo rênîşandana Soledar, Bahmut û Donetskê ye."
Ji aliyê din ve Zelensky destnîşan kir, bi serokên welatên Yekîtiya Ewropayê re bi telefonê axivîn û mijara piştgiriya Ukraynayê di pêvajoya entegrasyonê ya bi YEyê re nirxand.
Zelensky got, "Ala Ukraynayê teqez wê bi hemû alayên welatên Yekîtiya Ewropayê re wekhev be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin