Zelenskiy: Artêşa rûs xwe ji bo şer amade dike

11 sibat 2026 12:47

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy tekez kir ku Rûsya êrîşên xwe yên hewayî li dijî welatê wî didomîne û diyar kir ku artêşa rûs xwe amade dike ku şer bidomîne.

Zelenskiy: Artêşa rûs xwe ji bo şer amade dike
RûpelNews -

Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de Zelenskiy got ku artêşa Rûsyayê bi firokeyên bêfirokevan êrîşî Ukraynayê dike û li ser Ukraynayê îşev amadekariyê dike.

Zelenskiy da zanîn ku Rûsyayê bi 129 dronan êrîşî welatê wî kiribû û ev êrîş li herêma Xarkovê bûbûn sedema mirina çar kesan.

Volodimir Zelenskiy destnîşan kir ku di êrîşên artêşa rûs de li herêma Sumy kesek hat kuştin û şeş kes jî birîndar bûn.

Zelenskiy diyar kir ku Rûsyayê herwiha êrîşî nexweşxaneyekê li Zaporijiya jî kiriye, û got, "Artêşa rûs xwe amade dike ku şer bidomîne, ne ku rawestîne."

Zelenskiy diyar kir ku êrîşên artêşa rûs herwiha pêvajoya danûstandinên berdewam ên ji bo bidawîkirina şer jî lawaz dikin û tekez kir ku ji bo rawestandina Rûsyayê pêdiviya Ukraynayê bi garantiyên ewlehiyê yên xurt heye.