Zêdetirî 120 hezar donim erdê cotkarên Rojava sewitî ye

04 hezîran 2020 16:47
Zêdetirî 120 hezar donim erdê cotkarên Rojava sewitî ye

PeyamaKurd - Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand, heta niha zêdetirî 120 hezar donim zeviyên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê şewitî ne.

Hevserokê Desteya Çandiniyê di Rêveberiya Xweser Selman Barûdo ragihandiye ku heta niha nêzîkî 120 hezar donim dexl û danên cotkaran şewitîne ku piraniya wan li gundewarê Til Temire li gundên Qasimiyê, Rîhaniyê û Dawdiyê ne.

Selman Barûdo gotiye, tevî ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina zeviyan ji şewatê hemû tedbîr girtine jî heta niha bi dehên hezar ji zeviyên genim û ceh li seranserê Rojavayê Kurdistanê şewitîne.

Berpirsên Rêveberiya Xweser ji şewata zeviyên cotkarên Kurd artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wan û herwiha şaneyên razayî yên DAIŞê berpirsiyar dibînin.