Zaroka ku Îranê dêûbavê wê kuştin bi hêstirên çavan got, “Ez bavê xwe dixwazim"

07 nîsan 2026 11:18

Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, bi droneke bombebarkirî ya Îranê de  êrişî malbatekê hat kirin. Di encama êrişê de dêûbavên du zarokan şehîd ketin. Zarokê bi hêstirên çavan got, “Ez bavê xwe dixwazim.”

Zaroka ku Îranê dêûbavê wê kuştin bi hêstirên çavan got, “Ez bavê xwe dixwazim"

RûpelNews - Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê ragihand, di encama êrişeke dronî ya bombekirî de li gundekî ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, du welatiyên sivîl ku hevjînên hev bûn, şehîd bûne.

Dijeterora Kurdistanê daxuyanî da

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, îro 7ê Nîsanê di saet 00:15an de pêk hatiye. Droneke bombekirî ku "ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin", rasterast li xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewî yê ser bi nahiyeya Daraşekranê (Hewlêr) ketiye.

Dijeterora Kurdistanê aşkere kir, di encama vê êrişa asmanî de, du hevjînên bi navê Mûsa Enwer Resûl û Mujde Esed Hesen di nav mala xwe de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev celeb êriş "binpêkirina aşkere ya yasayên navdewletî ne û di asta tawana şer de ne." 

Dijeterora Kurdistanê bi tundî êriş şermezar kir û ev yek wekî "karekî têkderane yê li dijî xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê" pênase kir.

"Ev sûcên şer in"

Rayedaran tekez kirin ku armancgirtina sivîlan binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye û divê êrîşên wiha wekî "sûcên şer" bên dabeşkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca kiryarên wiha yên li dijî gelê Herêma Kurdistanê, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Omêd Xoşnav, bertak nîşanî helwesta Bexdayê da

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, helwesta Hikûmeta Federal a Iraqê rexne kir. Xoşnaw diyar kir ku rêveberiya Bexdayê li hember êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bêdeng maye.
Xoşnaw bang li hikûmeta Iraqê kir û tekez kir ku pêwîst e gavên berbiçav werin avêtin ji bo pêşîlêgirtina komên çekdar ên neqanûnî ku sivîlan li Herêma Kurdistanê dikin hedef. Wî tekez kir ku êrîşên li ser wargehên sivîlan di bin ti şert û mercî de nayên rewakirin.
"Herêma Kurdistanê ne aliyekî şer e"

Xoşnaw diyar kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji pevçûnên heyî yên li herêmê ye û pêşîniya rêveberiyê parastina jiyan û milkên welatiyên xwe ye.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Xoşnaw rexneyên xwe yên li ser Bexdayê dubare kir û got, "Hikûmeta Iraqê heta niha di bersivdana êrîşên komên terorîst ên li ser Herêma Kurdistanê de ti gavên berbiçav neavêtine."