Zaharova: Pêwendiyên me, ligel Amerîkayê hene!
PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Maria Zaharova, di bernameyeke radyoyê de li ser nîqaşên hevdîtinên navbera rayedarên Rusya û Amerîkayê axivî. Zaharova ragihand ku têkiliyên wan li ser hin mijaran dewam dikin.
Maria Zaharova, di bernameya radyoyê ya Solovyov Live de li ser pêwendiyên navbera Moskow û Washingtonê axivî û got ku hevdîtin û pêwendiyên wan, li ser veguherîna dîlgirtiyan dewam dikin û diyar kir ku li ser vê mijarê di xeta hêzên ewlehiyê û hêzên taybet ên îstîxbaratî de pêwendî hene.
Zaharova di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkahiya rayedarên Amerîkayê û got ku “Mixabin di derbarê çareserkirina pirsgirêkên mirovan de me ji Amerîkayê tu daxwazek nedîtiye.”
Berdevka Wezaretê li ser hewcedariya hevdîtinan jî axivî û got ku
“Ev pêwendî, di asta saziyên cuda de ne. Helbet eleqeya van pêwendiyan, bi hevkariyên pergalkirî û ser û ber re tuneye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin